Zargotina kurda (Benda 8)
Kurdische Oral-Literatur (Band 8)
(Liebes-Couplets, Drei Verse)
Von Ordikhane Jalil, Jalile Jalil
Herausgeber: Institut für Kurdologie – Wien
Wien 2017. 724 S. Foto 16 S.
ISBN 3-902185-57-0
Beschreibung
Zargotina kurda. (dilok, sêxiştî, heyranok) (Benda 8) / Kurdische Oral-Literatur. (Liebes-Couplets, Drei Verse) (Band 8)
Peyva rêberîyê
Pareke biçûk ji dilok-heyranokên vê bendê heta naka di çend berevokanda hatine weşandin. Hinekên wana bi tîpên kîrîlî, hineka jî bi latînî. Piranîya dilokheyranokan cara pêşine têne weşandin.
Berevker karê tomarkirina dilok-heyranokan hên ji salên 50 di nava kurdên Kavkasyaê Ermenistanê û Gurcistanê despêkirine.
Cara pêşin bala xwe ser civandina mînakên janra heyranoka Ordîxanê Celîl daye, gava hên dixwende li dibistana dehsalîyê. Pareke biçûk ji ancama karê civandina diloka, wek pirtûk, bi sernava "Dilokêd cimae'ta k'urda" Ordîxanê Celîl bi tîpên kîrîlî weşand li Yêrêvanê li sala 1964'a.1 Berevokêda 633 xanên diloka cîgirtine, yên ku berevkir ji nava kurdên Kavkasyayê nivisandibû.
Di sala 1978'a Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl li Moskvayê di du cildên berevoka "Zargotina k'urda"-da, rex rêza janrên zargotinêye mayîn, xirkirina 339 dilokan, ku piranîya wana çap nebibûn, bi tîpên latînî weşandin.2
Ji berhemên rêwîtîya meda sala 1982'a nava kurdên Sûryaê li sala 1985'a pirtûka bi sernivîsa "Zargotina k'urdên Sûrîaê" (para poêzîyaê) ji alîyê Akadêmîya zanistîyên Ermenistanê li Yêrêvanê çap bû. Têda 124 dilokên nû cîgirtibûn.3
Pey çapbûna pirtûka Ordîxanê Celîle pêşinra ser dilok-h'eyranokan şêstî salî zedetir dem derbaz bûye. Di vê navberêda ji alîyê rewşenbîrên kurda, kedkarên çanda kurda yên hêja, heta naka nêzîkî deh berevokên dilok-h'eyranokan hatine weşandin. Piranîya xudanên pirtûkan ji Herêma Kurdistanêne (Îraq). Bi vê keda hêja wana wê rastîyê makkirine, wekî heyranok li vê herêmê hên jîyandarîya xwe unda nekirine û bi xurtî mane.
Di sedsala XXI'da, pey çend rêwîtîyên min yên lêkolînarîyê (li salên 2001-2002, 2003, 2005, 2011, 2013, 2016, li herêmên Behdînanê: Dihok, Zaxo, Culamêrg: Hekkarî, Gever; Bohtanê: Cizîrê; Serhedê: Mûş, Erdîş; li bajarên: Stambolê, Îzmîrê, Wanê, Dîyarbekirê; Xorasanê: Bûcnûrt, Şîrvan, Aşxane, Esferayn, Çinaran û cîyên mayîn), ancamêda, tevî wê, ku di van herêmanda zorayî ser ziman gelekî xurt bûye, ber me vebûn sê bingehên heyranokan, yên taybetîne û hên jî zêndî mane: yek, ew herêma Serhedêye (nav xuda dorpêç dike landşafta Bakûrê gola Wanê û Bakûrê çîyaê Zagrosê, tevî Ûrmîyaê û herêmên der-dorê (Bakûr-Roavayê Îranê); du, ew herêma Hekkarî-Behdînanêye û sê, ew herêma Xorasanêye (li Rohilat-Bakûrê Îranê).
Dilok-heyranokên van hersê herêmana her yek bi taybetîyên xwe yên strûktûral û zaravî pirrengîye û girêdayîye bi xuyatîya aborîya, çivak û tradîsyonên etnologîya herêma xweva.
1 Dilokêd cimae'ta k'urda, ji cime'tê berevkir, pêşxeber û nivîsarnasî nivîsî Ordîxanê Celîl, Weşanxana Haypêthrat, Erêvan 1964, 224 r'û. (Bi tîpên kîrîlî)
2 Zargotina k'urda, berev kirin, hazir kirin, nivîsarnasî û pêşgotin nivîsîn Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl. Para I. weşanxana "Naûka" R'êdaksya sereke ya edebyata Rohilatê. Moskva 1978. R'û 322-389. (Bi tîpên latînî)
3 Zargotina k'urdê Sûrîaê. Bernivîsî, hazirkir û nivîsarnasî nivîsî Celîlê Celîl. Neşîreta Akadêmîa R'ESS Ulma. Êrêvan 1985. R'û 234-253. (Bi tîpên kîrîlî); Her ew: "Zargotina kurdên Sûriyê". Weşana Jîna nû. Uppsala, 1989. R'û 286-307. (Bi tîpên latînî).
Celîlê Celîl