Institut für Kurdologie - Wien

Zargotina kurda (Benda 1)

Kurdische Oral-Literatur (Band 1)

Epen (Poeme und Erzählungen)

Von Ordikhane Jalil, Jalile Jalil
Herausgeber: Institut für Kurdologie – Wien
Wien 2014. 720 S.
ISBN 3-902185-50-3

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Zusätzliche Information
  • Beschreibung

    Zargotina kurda. Êpika (beyt û dastan) (Benda 1) / Kurdische Oral-Literatur. Epen (Poeme und Erzählungen) (Band 1)

    Du gotin

    Înstîtûta Kurdzanîyê-Wien (ÎKW) dest bi çapkirina zincîra Zargotina kurda ji 25 benda kirye.
    Tomarkirina zargotina kurda ya ênsîklopêdîk bingeha xwe digre ser berevoka pir mezin ji mîrata çanda gelê kurde bi zar.
    Ev berevok karê malbatekêye. Xudanên vî karî şêstî salî zêdetir ji jîyana xwe veqetandine û xwe dîyarî karê berevkirina gencîna gel kirine. Ewana herçar ewledên ronakbîr, edebyetzan û hilbestvan Casimê Celîlin, pisporên çand, huner û dîroka kurda: Prof. Dr. Ordîxanê Celîl, bi pisporya xwe fîlolog û hên ji salên xwendina Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê tomarkirin û lêkolîna edebyeta zarkî ji xwera rîya jîyanê hilbijartye; Prof. Dr. Celîlê Celîl, dîrokzan, êtnolog, rîya bira daye ber xwe; Cemîla Celîl, komponîst, mûzîkzan-êtnolog, xudana bi dehan pirtûkên ser stran û awazên zargotina kurda. Bi hezaran stran û dîlanan ji dengbêjan dengnivîsîye, ber hev daye bi notanivîsar weşandine; Zîna Celîl, xûşka biçûk, pispora edebyetê û wergervanîyê. Bi saya xebatên wê xwendavanên rûs, lîtvanî, alman, polonî û gelên din, bi dastan-êpên kurdî, çîrok, çîvanok, lêgênd, evsûn, gotinên pêşîyava û hw., bûne nas. Wergerandinên wê ser zimanê rûsî bûn alîkar, wekî çanda kurdî îro di çanda dinyayêda cîyê xwe girtye.
    Xudanên nivîsên zincîra 25 bendan li dema "Karê deştê" –bi seredanên li hemû parçeyên Kurdistanê (Turkya, Îran–Xorasan, Îraq û Sûrya), usa jî bi taybetî li herdu komarên Pişqavqazyayê: Ermenistanê û Gurcistanê; her usa jî li Asya Navîn: Qazaxistanê û Qîrgîzstanê zargotina kurda tomar kirine. Ev xezna giranbaha wana bi dagirtina hezaran kasêtên dengan ji undabûnê xilas kirine.
    Para mezintirîn ji berhemên, ku li "Zargotina kurda" raber dikin, cara pêşine têne weşandin. Ji vê berevokê kêm berhem hene, ku li Sovêta berê bi alfabeya kîrîlî hatine çapkirin.

    Rêza bendan ser şerta parvekirina janrane: poêmên êpîk: dastanên mêranîyê û evîndaryê, stranên dîrokî û yên evîndaryê, stranên şînê, qewlbeytên êzdîyan (lêgênd, evsûn, jîyana xasan û mêrsera) devkî parastî, poêm û qiseyên ser sufîyan, ser esheba, zincîra serhatîyên pelewanên ji êposa Şahname, Rostemî Zal, çîrok, çîvanok, qelîbotk (fabêl), hûmor û anêkdot, gotinên pêşîyan, biwêj û îdêom, nifrîn û dirozge, têderxistinok, stranên kar û xebatê, yên dewatê û hw.
    Bona her bendekê (cildekê) wê pêşgotineke zanistî hebe. Stranara, bi taybetî ji govand û stranên dîlankîra wê notanivîsandina wana pêra bêne dayîn. Înformatyonên berfire, kommêntar-bervedanên ser berheman, bîblîografîya, wê rengê ênsîklopêdyaê bidine weşanê.
    Mêtodologîya zanistyê ya berevokê, derskirina (kilasîfîkasyona) matêryalên devkî, hijmare şaxa û parastina taybetmendya devokên kurmancî, berevok wê bikin çavkanîya giring bona zanyarîyê.
    Berhemên zincîrê ser zaravê kurmancîne û bi alfaba latînî têne weşandin. Her bendek wê bi foto-nîgar û xerîtan, navrêzkên peyvên bîyanî û gotinên nenasva zengîn be.
    Çanda kurdaye gelêrî gelekî pêşketîye û îro bûye stûneke xurtkirina xwenasîn û xuyatîya kurda. Her weha agahdarî û xemxurî ser tomarkirin û çapkirina xezna çandî, heta naka pir kêm bûye. Ji vê dewlamendîê payê pirê hên nehatye civandin û ji ber sedemên faktorên obêktîv û sûbêktîv ew bin xetara undabûnêdane. Nekokîyên sîyasî li herêmên kurdaye kal û bavan, astengîyên sosyal û abûrî, mecbûrkirina koçkirinê (dêportasyon), şerr, wêrankirina hezaran gundên kurdan, înkarkirin û tunekirina landşafta çanda hezaran salan, zordarya ser ziman bûne sedema kuştina bêhijmar cewahirên çanda kurdaye netewayî.
    "Înstîtûta kurdzanîyê – Wien" bawere, wekî ev xebata ênsîklopêdîke pirbendî wê bibe xizmeteke giranbaha, wekî mîrata edebyet û hunera kurda unda nebe û pêra jî bibe alîkar, wekî xuyatîya kurda xurt û bihêztir be.
    Hîvîya Înstîtûtê heye, wekî evan bendana wê bibin bingeh bona ev mîrata netewayî ya rengîn û dewlemend duarojê ser zimanên yêvriopî bêne wergerandin.

    Zusätzliche Information

    Veröffentlichungsjahr

    2014 (Wien)

    Seitenanzahl

    720

    ISBN:

    3-902185-50-3