Zargotina kurda (Benda 3)
Zargotina kurda
Êpîka (êpos, dastan û hilbest) (Benda 3)
Band 3
Von Ordikhane Jalil, Jalile Jalil
Herausgeber: Institut für Kurdologie – Wien
Wien 2016. 650 S. Foto 16 S.
ISBN 3-902185-52-X
Beschreibung
Zargotina kurda. Êpîka (êpos, dastan û hilbest) (Benda 3) / Kurdische Oral-Literatur. Epen (Epos, Poeme und Gedichte) (Band 3)
Pêşgotin
Bi pirtûka sisya ji zincîra Zargotina kurda ya pirbendî, tevî herdu bendên pêşin, serhevda tê çapkirina janra dastan û êpîka gelêrîye kurda.
Di benda sisyada giranîya berhema dikeve ser şaxên êposa kurdaye mêrxasîyê Xanê lepzêrîn. Dimdim (12 şax). Dastana duda ku dîsa pirşaxe, ew birra berhema ser dastan-poêma Têlî Hemze'êye. Dastan di nava gelda usa jî bin navê E'lî-xarzîya tê naskirin. Şaxên vê poêmê (10 şax) nava kurdên Serhedê, bi taybetî li nava kurdên Ermenistanê: him nava kurdên musulman û him jî nava kurdên êzdî, gelekî belabûyîne.
Di vê berevokêda dehî zedetir dastanên balkêş hene, ku pareke ji wana kêm naskirî bûne û cara pêşine têne weşandin, wek: Resûlî Zava; Beyt'a Bedirxan-begê; Beyt'a Birayîm-xanê mîrê Hekkarîya; H'isêyîn-begê Zîlî, Strana Xezalê û Rizgan û yên mayîn.
Benda sisya dadigrin usa jî şaxên berhemên, ku ser navên dengbêjê navûdeng Evdalê Zeynikê û hilbestên ser navê Feqîyê Teyran hatine gotin û strane.
Evdalê Zeynikê dengbêj hilbestvanekî hizkirîye, berhemên wî ji alîyê hemû stranvanên îro têne qedandin. Evdalê Zeynê di dawîya sedsalîya XIX û despêkê sedsalîya XX jîye.
Feqîyê Teyran hilbestvanekî edebyeta kurdîye klasîke, sedsalîyên navîn jîye (1590-1660). Navê Feqîyê Teyran di nava seranserî Kurdistanê wek klasîkekî edebyeta kurda ya sedsalîyên navîn hatye naskirin. Hilbestên wî nava gel bi devkî belabûneû heta îro jî hizkirîne. Di nava gelda bi zargotin zêndî mane, ji ber hindê jî zimanê wan berhemana gelekî ji maknivîsên xudan dûrketine, şaxên hilbestan jî peyda bûne. Feqîyê Teyran him bi navaroka nivîsên xwe, him bi zimanê xwe bêtir nêzîkî ruhê gelê kurde nexwendewar bûye, ji ber vê jî berhemên ser navê wî di nava gelda bi devkî geryane. Ewana bûne milkê gel, bê cudaya ol, herêm, zarav, çîn, çivak û eşîr. Gelêrîbûna mîrata berhemên wî ya hilbestkî ji navarok, fîlosofya wî tê, ji wê, ku gelekî nêzîkî raman, his, dil û daxwazên gel bûne.
Ji ber ku ev herdu navên xudanên berhemên giran û bi nirxdar Feqîyê Teyran û Evdalê Zeynikê di zargotina kurdada cîkî t'aybetî digrin, me hêja dît berhemên wana di benda êpîk-dastanada biweşînin bi wê bervedanê, ku raste, ji alîkîva, berhemên wan ne dastanin û ne jî hilbestin, ku ji nava destnivîsên kevn bi kêm guhastin tên û pêra jî, ne ser janra dastanên gelêrî û ne jî berhemên êpîkîne, ku bighîjin taybetya zanistîya zargotinê, lê belê, gorî dîtina me, ewana ji berku bi giştî di navaroka dîhar dikin jîyan û fîlosofya xwe, ji ber hindê jî her yek bi berhemên xwe bi govdê xwe ber me disekinin wek govekeke hevgirtî, bi serhevda hatî û bi wê yekê dibin dastanên ser jîyana hilbestvan û dengbêjê bi huner mezin û hisa jîyana wane berz, k'ûr û dewlemend.
Feqîyê Teyra di dîroka çanda kurdîda taybetîke, fênomêneke. Alîkîva ew bi berhemên xwe yên nivîskî di edebyeta kurdîda cîyê xwe ya giranbaha girtye û ji alîyê dinêva bi hilbestên xwe hemû dera nava kurdên kurmancîaxêv, xelqê nexwendewar naskirîye, ser zarê gundî, cotyar şivan û zozanvanane. Beyt-xaşxanên wî yên pirhijmar, ku nava gel bi devkî hatine p'arasin, wek nesîhetên Feqîyê Teyra bona êtîk (merîfet) û perwerde di jîyana gelda ser zarin.
Feqîyê Teyran bi hilbest û poêmên xwe bûye wek pirake mezin, bi lengerên qewîn, ku herdû kenarên rûbarên Kurdistanê yên mezin û têrav: Firatê û Diclê digihînin hev. Mîrata berhemdarîya wî, ew piraye, ku ji alîkîva hêza rewşanbîrî û zanistîya kurdî ya sedsalîyên navîn û ji alîyê dinêva hêza hişmendîya gelê kurde nexwendewar, ruh û hizra wî dighîne hev.