Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd

Dreizehn bemerkenswerte Kapitel in der Geschichte des kurdischen Volkes

Jalile Jalil

(In lateinischem Alphabet, Kurmandji) Herausgeber Institut für Kurdologie – Wien.
Wien 2002. 195 S. Format: 14,5 x 20,5 cm.
ISBN 3-902185-02-3

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd / 13 bemerkenswerte Kapitel in der Geschichte des kurdischen Volkes

    DU GOTIN
    Celîlê Celîl

    Demeke dirêj, dora çil sala min li bajarên Moskvayê, Lênîngradê (naka Pêtêrsbûrg), Tibîlîsîyê û Yêrêvanê, ji bona lêkolîna dîrok û çanda gelê kurd, di arxîvada xebateke dûr û dirêj kirye. Li berhemê min li ser gelê kurd û Kurdistanê bi hezaran rûper dokûmênt civandine ser hev. Ji wan dokûmênta payê pirê li ser serhildanên kurdane. Hinek ji wana li ser eşîrên kurda, jîyana wane sosyal-abûrîyê, hêza wane leşkerîyêdane. Hene dokûmênt, ku li ser dîyanet û parastina kurda, çand û xeysetê kurdane. Bi nirxin dokûmêntên, ku bi destê serokên serhildanên kurda hatine
    nivîsandin. Giringîya van dokûmênta bi giştî nayê qîyaskirin, ji ber ku ewana bingehîne ji bona lêkolîna dîroka salên buhurî.
    Evan dokûmêntana dîroka gelê kurd ya zêdeyî sed sala nav xweda civandine, salên ji destpêka sedsalîya XIX, heta destpêka sedsalîya XX.
    Lêgerînên min li hine arxîvên şexsî (prîvat) alî kirin, ku ez dokûmêntên ji sedsalîya XX, piştî şerê cihanêyî pêşin û ya duda jî peyda bikin.
    13 wûtarên (miqaleyên) min, ku li vê berevokê cî girtine, hîmlî li ser dokûmêntên, ku cara pêşin dihatin vekirin, ava bûne. Bi lêkolîna wan çavkanîya çend rûpelên ser dîrok û çanda gelê kurde kêm naskirî û nenas hatine ronakkirin.

    Wûtarana min di demên cuda-cudada li Sovêta berê û li Yêvropayê li kovar û rojnameyên kurdî çap kirine. Wûtarên ku li Sovêtê çap bûne bi zimanê ermenî û rûsî bûne û ji ber dijwarîya ziman wextêda negihîştine destê hemû xwandevanên kurd. Ji ber wê çend hev ji wan nivîsara min wergerandin ser zimanê kurdî û di vê berevokêda cî kirine.
    Di dema wergerandinêda (tercmê) min kirye, ku zimanê dokûmênta sahil be, wekî xwandewan çêtir têbigîje. Bervedana têrmîna, navên kesa û cîwara min li dawîya her wûtarekê danye. Navê çavkanîyên rûsî, ermenî ji ber zehmetîya herfa ji bona çapê min bi tîpên latînî nivîsîye.
    Emê dilxwaş bin, heger ev berevok bi dilê xwandevana be û ew ji bona zanîna çend rûpelên dîrok û çanda gelê kurd xizmeta xwe bike.