Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Keşkûla kurmancî

Jalile Jalil

Sammlung kurdischer Gedichte (Kurmandji) X.-XX. Jh.
(In lateinischem Alphabet. Kurmandji).
Herausgeber: Verein zur Erforschung und Förderung der kurdischen Sprache, Kultur und Geschichte (Wien).

Zum Geleit (auf Deutsch). Prof. Dr. Werner Seibt (S.5-8),
Vorwort Jalile Jalil (S.9-16).
Wien 2004. 312 S. Format: 13,7 x 21 sm.
ISBN 3–902185–06–6

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Keşkula kurmancî / Sammlung kurdischer Gedichte

    Celilê Celîl

    Li Keşkûla kurmancî heyştê û sê hilbest û sê poêmên sî û şeş hilbestvanên kurda, yên ku li ser zarava kurmancî nivîsîne, cî girtine. Payê pirê ji navên hilbestvana naskirî nîne, nivîsarên vvana cara pêşine, ku li vê berevokê bela dibin.
    Li Keşkûla kurmancî cîkî taybetî digrin beytên Dimdim (Xanê lepzêrîn), Hespê reş û Şerê Sîsebanê. Hemû hilbest û beytên kurdîji destnivîsên kevne giranbaha hatine girtin.

    PÊŞGOTIN

    Edebyeta kurda ya zarava kurmancîya jorê demeke dirêj ji naskirina navên çend hilbestvanên navdar wêda nediçû. Navê Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî: ev bûn rêza navên klasîkên kurda ser zaravê kurdaye mezin.
    Hey carna dihatin bîranîn navên Sîyahpûş, Pertew begê Hekkarî, Mûrad-xan û çend navên din jî pêra, lê nivîsarên wane çapkirî ber dest tunebûn.
    Prof. Dr. Qanatê Kurdo gava salên heyştêyî ya sedsalîya buhurî antologîya hilbestên hilbestvanên kurd bi du cilda amade kir, ser navên klasîkên kurd (yên ser zarava kurmancîya jor nivîsîbûn), ku min li jor navkir, navê Selîm Silêman, Xarîs Bîtlîsî, zêdekir.1 Navê van herdu hilbestvana li Sovêta berê baş nas dikirin, ji ber ku du berhemên wane xuya „Leyl û Mecrûrn" û „Ûsib û Zelîxe“ ji arxîva A. Jaba ya destnivîsên kurdî hatibûn peyda kirin û bi hereketa S.B. Rûdênko bi şêweyekî zanyarî ketibûn ber çapê.2 Bergeha navên nivîsarvanên, ku li ser zarava kurmancîya jorê nivîsîne, zêde fire nîne ûsa jî di herdu cildên Sedîq Borakeyda, yên wî li salên nodî (sedsalîya XX) bi navê „Mêjûyî wêjeyî kurdî“ çap kir.
    Dewreke nû ji bona çanda kurdî, bi taybetî edebyeta kurdî ji 70-90 ya sedsalîya XX destpê dibe, gava, ji alîkîva rewşenbîrên kurd li îraqê, bi alîkarîya hukumeta herêma Kurdistanê, dest bi çapkirina destnivîsên kurdî yên nû dikin û, ji alîyê dinêva, gava hêzeke xurt ji rewşenbîr û sîyasîyên kurd, piranîya wana ji Komara Turkyayê, bi mecbûrî derdikeve Yêvropayê û kar û barê xwe dîyarî çapkirina cewahirên torasa kal û bavê xwe dike. Heta îro bi destê van herdu hêza bi dehan dîwan û berevokên hilbestvana çap bûne û bûne milkê xwandevana. Karê peydakirin û çapkirina berhemên hilbestvanên kurd heta îro jî berdewame.

    Li dehsalên dawîn, ber min rê vebû li herçar parçên Kurdistanê bigerim. Tevî karê berevkirin û lêkolîna folklor û êtnologîya kurdî, çend destnivîsên kurdî yên kevn jî ber destê min ketin. Hinek ji wana ji 1,5 kîlogiramî dighîje heta 2,5-a. Qalika wê hişke û dijwar dişkê. Dewrêşê gerok nîveka qalikê bi benekê girê didan, davêtne milê xwe û dewsa kasa av vexwarinê yan jî wek feraqa xarinê, bi xwera digerandin. Gava dewrêş gund bi gund digeryan, xelq wek xêr xurek xarinê cure-cure dadigirtne keşkûlê.
    Li edebyeta Rohilatê peyva keşkûl ji navê keşkûla dewrêşa girtine û bi mena dîwan, defter- berevoka hilbesta kar anîne.
    Me navê pirtûka xwe Keşkûla kurmancî danî, bi armanca, ku tab û xebata wan kedkira, yên xwe êşandine, berevokê hilbestên kurdî nivîsîne, beremberî karê dewrêşa bikim, beremberî karê wane pîroz û jîyana zehmet bikin.

    Celîlê Celîl