Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Stran û awazên kurdî (Benda 4, “Yêrêvan xeberdide”)

Kurdische Lieder und Melodien („Yêrêvan xeberdide“). Band 4
Jamila Jalil, Naza Jalil
192 Lieder und 6 Melodien mit Noten, 2 CD
305 S. Foto 7 S.
Wien 2012
ISBN: 3-902185-09-0

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Stran û awazên kurdî / Kurdische Lieder und Melodien. Band 4 (“Yêrêvan xeberdide”)

    PÊŞGOTIN
    „Yêrêvan xeberdide!“
    Hevalên radyoguhdar, em dest bi xeberdanên bi zimanê kurdî dikin”.

    Ji yekê meha yanvarê sala 1955-a despêkirî, şêatî salî zêdetir, herro radyo xeberdanê xwe bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê bi peyvên “Yêrêvan xeberdide” destpê kirye. Radyoya kurdî ya temendirêj di jîyana xweda şahidê gele bûyarên giring bûye, bûyarên ku di dîroka gelê kurd û Kurdistanê cî girtine.
    Di nava van salanda bi dehan rewşenbîrên kurd, ahil û cahil bi hevra pişt bûne û dengê radyoya kurdî bi xurtî belayî ser hemû parçê Kurdistanê kirine. Her rewşenbîrek cudayî bi mezinaya salan, ku li radyoyê kar kirye, gorî karîna xwe, bi armancekê rabûye û rûniştiye: xwastye bi ruh û can xizmeta çanda gelê xwe û azadîya welatê xwe bike, barê ku girtye ser milê xwe, bi serfirazî cî bîne. Navê van xebatkara hêjaye yek bi yek bê bîranin û ber emekê wane rêtî em bibêjin “Bona keda weye helal û welatparêzîyê spas ji wera.”
    Xebetkarê radyoyê bûne: Ahmedê Gogê, Barîyê Mehmûd, Casimê Celîl, Cemalê Ûsiv, Cemîla Celîl, Eznîfa Reşîd, Egîtê Cimo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv, Gulîzera Casim, Gulîzera Memê, Hemoê Rizgo, Hesenê Mehmûd, Îşxanê Eslan, Keremê Seyad, Lûsika Huseyn, Memê Eylaz, Mîkaêlê Reşîd, Mirazê Evdo, Mûradov Xelîl, Nûra Cewarî, Nûrê Polatova, Ordîxanê Celîl, Qaçaxê Mirad, Sêvaza Evdo, Sîdarê Emîn, Sîma Semend, Şikoê Hesen, Tîtalê Efo, Tosinê Reşîd, Wezîrê Eşo û yên mayîn.
    Piranîya van rewşenbîra nek hertenê karkerê radyoya kurdî bûne, lê belê ewana bi berhemên xwe yên giranbaha li ser edebyet û zanistîya kurdî cîyê xwe ya hêja girtine.
    Cewehira radyoya kurdî ew fonda stran û awazên kurdîye. Îro di fonda mûzîka kurdîda ji hezarpênsidî zêdetir stranê kurdî hatine tomarkirin. Dîroka avakirina vê “Fonda zêrîn” taybetîye.
    Hurmet û rêz ji hemû kedkarên radyoya kurdîra.
    Bi vê fondêva girêdayîye navê gelek stranbêj û hunermenda, yên di nava gelda pir naskirî û hizkirî bûne: Efoyê Esed, Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Bêmalê Keko, Ordîê Kotê, Memoê Silo, Mecîtê Silêman, Aramê Tîgran, Egîtê Têcir, Sûsîka Simo, Mehmedê Mûsa, Ahmedê Mîrazî, Gulîzera Etar, Aslîka Qadir, Zadîna Şekir, Belga Qado, Kubara Xudo; ji mûzîkara Şamilê Beko, Egîtê Cimo, Wezîrê Usiv, Xelîlê Evdile, Taharê Emer, Elîxanê Başik û yên mayîn.Bi seya keda van dotên kurda û camêrên ronekbîr û hunermend radyo di nava salên derbazbûyîda bû xwayê nav-dengê bilind û dewra xwe ya hêja lîst di karê xurtkirina xwehesîn û xwenasîna gelê kurda.

    Zanyar û rewşenbîrên kurd û nekurd nivîsar, lêkolînên xwe li ser kurda ji bona weşandinê radyoya kurdîra dişandin. Zanyar û pisporên jêhatî Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Hecîyê Cindî, M. B. Rûdênko, Ordîxanê Celîl, Karlênê Çaçanî, Celîlê Celîl, Şekroyê Mihoyî, Şerefê Eşir û yên mayîn ser pirsên dîrokê, ziman û êtnografyayê, edebyet û folklora kurda bi nivîsarên balkêş bi radyoyê pêşda dihatin.
    Navê radyoya kurdî awqas bi deng bû, ku li sala 1957 Prof. V. F. Mînorskîy ji Londonê miqaleke taybetî bi navê “Mîdî pêşbavên kurdane” şandibû radyoya Yêrêvanêra.
    Radyoya kurdî di nava salanda bibû xûn û qinêt nek tenê ji bona kurdên Sovêtistana berê, lê usa jî bona kurdên hemû parçên Kurdistanê. Posta radyoya kurdî hero bi namayên radyoguhdarava ji welatên dûr û nêzîk dagirtî bû. Radyoguhdar spasîya xwe dîhar dikirin ji bona axaftin, wûtar, deng û bes, stran û awazên kurdî.
    Ji axaftara, dota kurdaye pêşin - ew xanim Nûra Egît Polatovaê bû, paşê Eznîva Reşîd, Sêvaza Evdo, Gulîzera Casim û Lûsîka Huseyîn bûne, ji mêra Ordîxanê Celîl, Emerîkê Serdar, Meksîmê Xemo, Sîdarê Emîn, Keremê Seyad û Tîtalê Kerem.
    Dewra axaftara bona radyoyê û têlêvîzyonê pir giring bûye. Bona radyoguhdar navaroka têkstên, ku têne xwendinê baş serwext be, bandûra hostatya xwendinê, rast teqlandina ziman û zelalya fonêtîkayê gelekî giring bû.
    Berpirsyar û bingehdarê radyoya kurdî Casimê Celîl bû. Paşê berpirsyar bûn: Xelîl Mûradov, Ahmedê Gogê û Keremê Seyad.
    Nîv sedsalî û hêj zêdetir ji bona jîyana radyoya kurdî li Yêrêvanê demeke hindik nîne. Radyo ji roja bingehgirtina xwe, bi taybetî li salên pêşin, rastî gele dijwarîya hatye, lê bi serfirazî ser wan astenga derbaz bûye. Asteng bi du awayî bûne: astengên taybetî û astengên ku ji rawşa sîstêma sovêta berê peyda dibûn.
    Hilweşîna sovêtê bi giştî xirab gerya bona çaranûsa kurdên sovêtê. Ji hemûya bêtir rewşenbîrên kurd perîşan bûn, bê sitar û bê piştgir man. Radyoya kurdî jî, mîna ocaxên kûltûrayê mayîn zeyîf û ji hev ketî ma. Ji sehetnîvekê dema wî kurt bû, gihîşte nîv sehetî. Hêza pêlweşînê (moca) kêm bû.
    Lê belê radyoya kurdî dîsa zêndîye. Stran û awazên wê naka ser şirîta, kasêta di nava gelda digere.