Institut für Kurdologie - Wien

Buchladen


Mesele û met’elokên gelê k’urd

Kurdische Sprichwörter.

Ordikhane Jalil und Jalile Jalil gesammelt.
(In lateinischem Alphabet, Kurmandji).
Herausgeber Institut für Kurdologie – Wien.
(Vorwort in Kurdisch (S.5-16).
Wien 2005. 332 S. Format: 14,5 x 20,5 cm.
ISBN 3–902165 – 07 – 4

Dieses Produkt ist derzeit ausverkauft und nicht verfügbar.

Artikelnummer: n. a. Kategorie:
  • Beschreibung
  • Beschreibung

    Mesele û met’elokên gelê k’urd / Kurdische Sprichwörter

    Bende bi zar û zimane. Zar delîlê dile, sewta mejû. Zimanê her miletî angorî xû-xeysetê wî miletî jî r’ewş û nîgara xwe standye, t’evî yazya milet jî jîyana xwe dom kirye. Ziman dewlemende gava fantazya û fena gel (cime’t) mezine, gava h’unurê e’frandarya gel k’ok’ê û r’ih’ê xweva six û k’ûr t’ebyetêva girêdayîye, gava gel herek’eta gotinê û stranê, zarîn û lûbandînê, eşq û şayê kêm nekirye, gava nêt û armancê xwe himberî duar’oja xwe geş xaykirye. Zimanê k’urdî bi sedsala hevr’ê, t’evgelê yazya milet bûye. Bûye neynika dîroka jîyan û şer’k’arya gel. Heyîn û zêndya zimanê k’urdî ek’lê fikirdarî, bîr û bawarya k’urdatyêye.
    Dewlemende zimanê k’urdî. H’unur û herek’etê wêye bedewetyê nava zargotina cime’têye zengînda hatye xaykirinê. Zargotin – ew navlêkirina fena zimanê cime’têyî bi zare, bê nivîsare. Nava e’debyeta dinyaêda jêr’a divên folklor. Xudanê zargotinê gel (cime’t) bi xweye.
    Meziner’olazargotinêbonalênih’êr’andinûlêk’olandinar’abûn-r’ûniştandina (êtnografîya) gelê k’urd, h’alê wî ya sosîyal-abûrîyê, p’eywendya sinifyê, bonat’arîxzanîyêû zimanzanîyê. H’ukmêfolklora k’urdî ber ç’e’vane usa jî di meydana gulvedana e’debyeta k’urdîda.
    Şayîrêk’urdayî kilasîk Feqîyê Teyran, Mella Cizîrî, Ah’medê Xanî û yê mayîn bona nivîsara cewahirê xweye e’yan, t’êma û syûjêt ji zargotina gel bijartine. Lê belê, wek em dibînin, h’ukmê zimanê e’rebî ser zimanê şayîrê k’urdayê kilasîk gele mezin bûye. Bona hang û banga, bona çêtir dîhar kirina fikrê fîlosofyê û xemla xeta, şayêrê k’urd kêmayê ji xwer’a nedîtine, ku r’eşxetê xwe bi gotinên e’rebîva binitirînin, bixemilînin.
    Eva yeka di hêna xweda qar nîbûye, hatye h’esabkirinê çawa bilindaya fena şayîrtîyê. Lê cime’t, cotk’ar û şivanê k’urda t’ucara h’ewceyî wê yekê nîbûne.Wana zimanê xwe paqiş û sade xaykirine.daxwaz û sêwirandinê xwe bi gotin û lewzê k’urdîye zelalva dîhar kirine. Bi saya huner û şureta wana îdyomên usa hatine k’ ar anînê.wekî ji r’ uh’ê zimanê k’urdî, ji k’ok’ û binyat’a zarê kal û bava dihatin. Awa bona çi îro zargotina k’urda di meydana dewlemendkirina zimanê dêda, di lêk’olîn û pêşdabirina zimanê e’debyetêda tê h’esabkirinê çawa ç’e’vkanîke bingehî.

    Zargotin (folklor) nava h’emû gelada p’ara vedibe ser çend malyat’a: ser ç’îr’ok û ç’îvanoka, stranê êpîkyê, yê dîrokyê û evîndaryê, stranê p’aletyê û dîlanê, stranê şînê û landikoka, mesele û met’eloka, têderxistinoka, nifir’ û dua û yê mayîn. Bona her ji van malyat’îr’a meydana wîye jîyandaryê hebûye. Mesele, ç’îr’ok ne h’emû dera û hergava, nava r’ojêda hatyê gotinê. Bona stranê p’aletyê û yê dîlanê, yê şînê û landkokar’a, çawa îdî ji navê wana xuyaye, bona ku ewana bêne gotinê der-dor û h’alê xisûsî gerek bûne. Ji van malyat’a bi carkêva başqe dibe xeysetê jîyandarya mesele û met’eloka. Her gava û her seh’et, her dera: malda, r’êva, nava bajêr, yanê jî li miclisa, li xeberdana ç’ûk û mezinada, t’imê mesele û met’elok, çawa divên ser zarê zimînda bişkivîne û bi cî, bi me’ne, hema xût k’ar û barê wê demêr’a girêdayî hatine gotinê, serê xeberdanêbi gilîkîva bir’îne, k’ ar û gotinmakkirine, me’na bingehî t’omer kirine, yanê jî eşkere kirine. Li meydana jîyanêda t ’une bûyarek, t’une pêkhatinek, wekî bi meselekê; met’elokekênehatibe mak kirinê. Mak kirin bi xwe bême’ne nîbûye.ya ew bûye şîret, ya jî ders, ku ji cêr’ibandin û t’exmînkirina bendê yên sedsalya p’eyde bûye.
    R’astya wê bi h’ezara şedetî û îzbatyava derbaz bûye û cîyê xweye giran nava fikir û zanîna silsiletada girtye.
    Bi cûr’ê xwe mesele û met’elok kurtin, cumlê t’amin, lê bi fikr-k’amilin û t’emamin. Gele nimûnê mesele û met’eloka bi hang û bangin.
    Nava wana hene yê usa, ku bi cûr’ê xaşxana hatine sêwirandinê: sêxetin, çarxetin. Mesele: «Dîya qîzê,p’irûda dîzê, dîz çêkirin, xelqê birin».
    Kurtbûna cumlê, hangê hevhûnayî k’ omekê didin, wekî ewana zû neêne bîrkirinê, wekî sifet bîra meryada bimînin.